Li Tirkiyê 14 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 14 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 14 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretîn Koca da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 14 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û hezar û 459 kesên din jî bi korona ketine.
Bi vî awayî, li Tirkiyê hejmara kesên xwe bi koronayê canê xwe jidest dane gihişt 4 hezar û 792 kesan û hejmara pêketiyan jî gihişt 176 hezar û 677 kesan ji bi koronayê ketine.
Herwiha Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihand, heger welatî pabendî rênimayên tenduristiyê nebin, dê dîsa amarên Koronayê bilind bibin.
S. B