Li Îranê 107 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta tenduristiyê ya Îranê ragihand, 107 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta tenduristiyê ya Îranê ragihand, 107 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezareta tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 472 kes li Îranê bi vîrusa Koronayê ketine û hejmara û 107 kesan canê xwe jidest da.
Bi vî awayî, hejmara giştî ya bi Koronayê ketine li Îranê gihîştiye 187 hezar û 427 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest jî gihîştiye 8 hezar û 837 kesan.
Li Îranê hejmara wan nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 148 hezar û 674 kesan.
S. B