piştî proseya asayîkirinê lı Tirkiye pêketiyên Korona zêde dibın

Piştî asayîbûna jiyanê û rakirina qedexeyan hejmara tûşbûyên vayrosa Koronayê li bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê carek din zêde dibe. Piştî zêdebûna tûşbuyan jî biryarên hikumea Tirkiye tên nîqaş kirin. Jureya Tebîbên Enqereyê jî derbarê vê yekê dibêje hikumet proseyê xirap birÊve dibe û rewş dîsa li Tirkiye vedigere destpêka meha Gulanê.

K24- Enqere

Piştî asayîbûna jiyanê û rakirina qedexeyan hejmara tûşbûyên vayrosa Koronayê li bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê carek din zêde dibe. Piştî zêdebûna tûşbuyan jî biryarên hikumea Tirkiye tên nîqaş kirin. Jureya Tebîbên Enqereyê jî derbarê vê yekê dibêje hikumet proseyê xirap birÊve dibe û rewş dîsa li Tirkiye vedigere destpêka meha Gulanê.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê 12ê Hezîranê hezar û 195 kes bi vayrosa Koronayê ketin û 12ê Hezîranê ve hejmara tûşbûyan zedê dibe. Piştî zêdebûna tûşbûyan û qelebalixa li kolanan biryarên hikumetê yên derbarê rê li ber girtina vayrosa Koronayê de tên nîqaş kirin. Li gor îddîayan Lijneya Zanistê ku ji destpêka proseya vayrosa Koronayê ve ligel Wezarata Tenduristiyê kar dike daxwaz dike qedexeya derketina kolanan carek din bê ragihandin lê ji aliyê hikumetê ve nayê cibicî kirin.

Serokê Jûreya Tebîbên Enqereyê Prof. Dr. Vedat Bulut amaje dike; ev amarên dawî nîşan didin ku Tirkiye ji ber biryara asayîkirina jiyanê carek din vedigere proseya destpêka meha Gulanê ku tûşbu zede bûn.

Prof. Dr. Vedat Bulut - Serokê Jûreya Tebîbên Enqerê- got: - "Hejmara tûşbûyan di encama ragihandina proseya asayîbûnê de zêde dibe. Me gelek caran hikumet hişyar kir ku metirsî hêj didome.Li gor xebatên me ger 15-20 rojan bergiriyên tund hatiba girtin, wê rojane 100 kes bi vayrosê ketiba û dê 2-3 kesan canê xwe ji dest da ba. Êdî Tirkiye dikarîbu qonaxa asayîbûnê bida dest pê kirin. Niha dê aloziyek din bê. 20 û 27 Hezîranê du azmûnê girîng hene û 700 hezar kes dê li dibistanan erkdar bin, 7 milyon ciwan jî dê têkevin ezmûnan.

Prof. Dr. Vedat Bulut jî dide zanîn ku li bajarên bakûrê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir û Riha ye di navbera ji sedî 40-50an de di hejmara tûşbûyan de zêdebûnek heye.

Prof. Dr. Vedat Bulut - Serokê Jûreya Tebîbên Enqerê- got:- " Me beriya niha hikumet hişyar kir ku bihar tê, li bajarên Kurdan dema şahiyên biharê, serdana dehiyan e. Hewce bu şaredarî, qeymeqamtî û walitiyan rê li ber vê qelabalixê girtiba. Ev yek nehat kirin û haletên Koronayê zêde dibin. Ev ne pêla duyem a şewbê ye hêj ya yekem

berdewam e. Bo em bikaribin bibêjin pêla duyem divê dîsa rojane nêzî 5 hezar haletên Koronayê rû bidin. Ger derziyek neyê peyda kirin jî îxtimal e mehên mijdar û berfanbarê de pêla duyem li Tirkiye rû bide.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ragihandibu ku salonên dawetan dê di 1ê Tirmehê de dest bi karê xwe bikin. Li gorî biryara Wezerata Karên Navxweyî ya Tirkiye ji bo rê li ber belavbûna Koronayê bê girtin, ger derfet hebe dê dawet li cihên servekirî bê kirin û dema dawetan dê gelekî neyê dirêj kirin. Bijîjk jî hişyariyan didin ku bi destpêkirina dawetan re dê haletên Koronayê zêdetir bibi