Koca: Hejmara pêketiyên Korona zêde bûye
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fehretîn Koca da xuyakirin, li gor amarên duhî hejmara pêketiyan zêde bûye û bilindbûn li hin deveran zêdetir e.
Wezîrê Tendirustiyê ragihand, divê sistbûn di rênimayên tenduristiyê de nebin û divê hemû kes pabendî rênimayan bin.
Derbarê amarên nû yên Koronayê de, Koca da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de 18 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan û 1 hezar 592 kesên din jî bi Korona ketin.
Bi amarên dawî, hejmara pêketiyêN Koronayê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîşt 179 hezar û 831 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihişt 4 hezar û 825 kesan.
S. B