Rûsya: Sizayên Amerîkî ji bo hilweşandina desthilata rewa ya Sûriyê ye
Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya radigihîne, Amerîka bi sepandina sizayên nû li ser Sûriyê, armanc dike rewatiyê desthilatê hilweşîne û derbeyeke biêş li gelê wê bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya radigihîne, Amerîka bi sepandina sizayên nû li ser Sûriyê, armanc dike rewatiyê desthilatê hilweşîne û derbeyeke biêş li gelê wê bide.
Yasa Sîzer Amerîka ya li dijî rêjîma Sûriyê îro dikeve warê bicihkirinê, di vê derbarê de jî Vasily Nebenzya li Encûmena Asayişa Navdewletî di derbarê bicihkirina yasaya Sîzer a Amerîkî li Sûriyê de ragihand, sepandina sizayên nû yên Amerîkî hiştiye rewşa aborî û civakî li Sûriyê xiraptir bibe.
Herwiha got: Ew sizayên nû, ne tenê desthildariya Sûriyê armanc dike, belkû gelê Sûriyê jî ziyaneke mezin dibîne.
Tekez kir jî: Armanca van sizayan ew e, desthilata Sûriyê ya rewa were hilweşandin.
Serokê Amerîka Donald Trump 20. 12. 2019an “Yasaya Sîzer a parastina sivîlan ” îmeze kiribû, di çarçova wê yasayê de, sizayên tund li ser karta aborî ya Sûriyê, li ser desthilata Serokê Sûriyê Beşar Esed û hemû aliyên navxweyî û derveyî yên piştevaniya serbazî yên rêjîmê dikin, tên sepandin.
Ji aliyê xwe ve, Şandeyê Amerîkî William Roebuck li Rojavayê Kurdistanê berî çend rojan ragihandibû, sezayên "Yasaya Sîzer" dê li ser rêjîma Sûriyê bêne sepandin, lê herêmên Rêveberiya Xweser lixwe nagire.
S. B