Jeffrey: Sizayên “Yasaya Sîzer” li dijî rêjîma Esed tenê destpêk e

Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Dosya Sûriyê James Jeffrey ragihand, sizayên “Yasaya Sîzer” tenê danê yekem e ji rênimayên ku Amerîka li dijî Serokê Sûriyê Sûriyê beşar Esed girtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeyê Amerîkî yê Taybet bo Dosya Sûriyê James Jeffrey ragihand, sizayên “Yasaya Sîzer” tenê danê yekem e ji rênimayên ku Amerîka li dijî Serokê Sûriyê Sûriyê beşar Esed girtine.

“Yasaya Sîzer a Parastina Sivîlan” ya sizayên tund li ser karta aborî ya Sûriyê, desthilata Serokê Sûriyê Beşar Esed û hemû aliyên navxweyî û derveyî yên piştevaniya serbazî ji rêjîmê re dikin, tên sepandin, duhî ket warê bicihkirinê.

James Jeffrey di konferanseke rojnamevanî de ragihand, siyaseta Amerîka bi amrazên dîplomasî û aborî yên pabendker dibe, ji bo hikûmeta Esed neçar bike, ku êrîşên xwe li dijî gelê Sûriyê rawestîne.

Jeffrey got jî: Sizayên Amerîka bi armanca wê yekê jî, ji bo hikûmetek li Sûriyê ava bibe, rêzê li serweriya yasayê, mafên mirovan û pêkvejiyana aştiyane bi welatên cîran re bigire.

Diyar kir, piştevaniyeke mezin ji herdu partiyên Kongressê ji Yasaya Sîzer re heye, herwiha Serok û hemû rêveberiya wî jî piştevaniyê wê dikin û got: Emê sizayên ku ev yasa lixwe digire, li dijî rêjîma Esed û her kesê piştevaniya wî bike, bikar bînin, çi kes bin yan bank û tiştên din bin.

 

S. B