Pêntagon: Bersiva Korya ya Bakûr didin
Hikumeta Emerîka ragehand, hemû amadekarî kirine bo bersivdana her gefeka Korya ya Bakûr.
K24- Hewlêr
Hikumeta Emerîka ragehand, hemû amadekarî kirine bo bersivdana her gefeka Korya ya Bakûr.
Harîkarê wezîrê berevanîya Emerîkayê bo karûbarê Asya û Zerya ya Aram, Dêvid Hêlfî ragehand, me li gel Korya ya Başûr hevpeyamanîyeka bihêz heye bo rûbirûbûna her gefeka Korya ya Bakûr.
Roja 16 ya evê mehê, Korya ya Bakûr bi biryareka nişkav nivîsîngeha peywendîyên hevpişik di navbera herdû Koryayan de veteqand, wek amajeyek bo nehêştina tevaya peywendîyan û daxistina dergehê gotûbêjan li gel Korya ya Başûr.