Amara başbûyan ji Koronayê 4 milyon û nîv derbaz kir

Malpera Worldmîter a taybet bi tomarkirina amarên Koronayê li cîhanê belav kirîye, hejmara wan tûşbûyên ku ji Koronayê başbûn e, çar milyon û nîv derbaz kir.

K24- Hewlêr

Malpera Worldmîter a taybet bi tomarkirina amarên Koronayê li cîhanê belav kirîye, hejmara wan tûşbûyên ku ji Koronayê başbûn e, çar milyon û nîv derbaz kir.

Ewî malperî belav kirîye, heya evero li cîhanê 4 milyon û 507 hezar û 478 kes başbûne û ji wê nexweşî ya Koronayê derbaz bûn e.

Li Emerîka 929 hezar û 16 kes başbûne û bilindtirîn hejmara başbûyan li wî welatî hatîye tomarkirin. Piştî wî Berzîl dihêt, ku heya niha 503 hezar û 507 kes başbûne û di rêza sêyem de jî, Rûsiya dihêt û 313 hezar û 963 kes başbûn e.

 Hejmara tevay tûşbûyên Koronayê li cîhanê gehiştîye 8 milyon û 565 hezar kesan û ji evê hejmareyê 455 hezar û 470 kesan canên xwe ji dest dane.