Hêrişeka Eliktironî bo ser Ûstiralya hate kirin
Serok wezîrên Ûstiralya, Sikor Morîson ragehand, hêrişeka Eliktironî hatîye kirin bo ser tevaya sazîyên hikumetê û kerta pîşesazîyê û desteyên xizmetguzarîyên din yên Ûstralyayê.
K24- Hewlêr
Serok wezîrên Ûstiralya, Sikot Morîson ragehand, hêrişeka Eliktironî hatîye kirin bo ser tevaya sazîyên hikumetê û kerta pîşesazîyê û desteyên xizmetguzarîyên din yên Ûstralyayê.
Morîson got jî: Ew hêrişa Eliktironî bi şarezayî hatîye kirin û hêrişeka aloze û ji alyê kîyaneka bîyanî ve li dijî Ûstiralyayê hatîye rêkxistin.
Xuya jî kir, di dema burî de, asta metirsîyên hêrişên Eliktironî bo ser Ûstiralyayê zêde bûne û egerên dûbarebûna van corên metirsîyan heye.