Li Sûriyê 11 hilgirên Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 11 kesan bi vîrusa Koronayê tomar kir û Wezareta Ewqafê jî nimêjê li mizgehên çend bajarokên derdora Şamê radiwestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 11 kesan bi vîrusa Koronayê tomar kir û Wezareta Ewqafê jî nimêjê li mizgehên çend bajarokên derdora Şamê radiwestîne.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, 11 kes li bajarokê Cidêdêt El Fedil li derdora Şamê bi vîrusa Koronayê ketin.

li gor amarên Wezareta Tenduristiyê, li Sûriyê heta niha hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 198 kesan û 7 kesan jî canê xwe jidest dane.

ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li çend navçeyên derdora Şamê, Wezareta Ewqafê ya Sûriyê biryara ragirtina nimêjê li mizgeftên bajarokên Cidêdêt El Fedil, Cidêdêt Ertûz û Beleb da.

 

S. B