Îran.. 116 kesên din bi Korona mirin
Li Îranê 116 kesên din bi Vayrosa Korona jiyana xwe jidest dan.
K24- Hewlêr
Li Îranê 116 kesên din bi Vayrosa Korona jiyana xwe jidest dan.
Wezareta tendirustiya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 116 kesên din bi Vayrosa Korona jiyana xwe jidest dan û 2 hezar û 368 kesên din jî, bi Vayrosê ketin.
Heta niha li Îranê 9 hezar û 623 kes bi Korona mirin e û hejmara pêketiyan jî, 204 hezar kes derbas kiriye.