ENKS: Hemû daxwazên malbatên şehîdên Amûdê bicih nehatine
Endamekî Emîndariya Giştî ya ENKSê radigihîne, lêbihurînxwastina YPGê gaveke erênî ye, lê hîna hemû daxwazên malbatên şehîdên Amûdê ji bo lihevhatinê bicih nehatine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Emîndariya Giştî ya ENKSê radigihîne, lêbihurînxwastina YPGê gaveke erênî ye, lê hîna hemû daxwazên malbatên şehîdên Amûdê ji bo lihevhatinê bicih nehatine.
Endamê Emîndariya giştî ya ENKS Siyamend Hesen Mihemed li ser lêbihurîna YPG ji ber komkujiya Amûdê de ji K24ê re ragihand, berî 6 mehan Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji aliyê ve xwe ve komîteyeke lihevhatinê ji bo çareserkirina vê pirsê ava kir, Xwecihiya Amûdê ya ENKSê jî pêşwazî lê kir.
Diyar kir jî: ENKS xwediyê şehîdên komkujiya Amûdê ye, ji ber ku ew di çalakiyên ENKSê de hatin şehîdkirin. Herwiha çi danûstandin bi malbatên şehîdan re dihat kirin, ENKSê tê de bû û bi roleke erênî radibû.
Li ser daxwazên malbatên şehîdan, Siyamend Hesen Mihemed got: Tiştê di van du rojên dawiyê de hatine kirin, gaveke erênî ye, lê ya rast hîna ti lihevkirin bi malbatên şehîdan re nebûye û hîna hin daxwazên malbatên şehîdan hene, bicih nehatine, wek dadgehkirina kesên ew komkujî pêk anîne.
Amaje bi wê da, ew bi hêvî ne pirsa lihevhatina komkujiya Amûdê jî çareser bibe û bikeve berjewendiya yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji ber wê jî ENKS di wê pirsê de alîkar e.
Duhî Fermandariya Giştî ya YPGê berpisatiya xwe di ber komkujiya Amûdê ya sala 2013an de ragihand û lêbihûrîn ji malbatên şehîdan xwast û tekez kir ku ew amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê de derman bikin, û qerebûkirina manewî û madî ji malbatên şehîdên Amûdê re pêşkêş bikin.
Ji aliyê xwe jî, malbatên şehîdan di daxuyaniyekê de ew gava YPG erênî binav kir û tê de hejmarek daxwaz ji bo lihevhatinê diyar kirin.
S. B