NY hişyariyê dide: 5.8 milyon zarokên penaber û koçber ji xwendinê bêpar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) hişyarî da ku li seranserî cîhanê 5 milyon û 800 hezar zarokên penaber û aware ji mafê xwendin û perwerdeyê bêpar mane.

Li gorî rapora nû ya UNHCRê, li seranserî cîhanê 13 milyon û 100 hezar zarokên aware û penaber hene. Ji vê hejmarê, ji sedî 44ê wan—ku dike 5 mîlyon û 800 hezar zarok — di temenê çûna dibistanê de ne, lê ji ber şert û mercên dijwar nikarin biçin dibistanê û ji proseya xwendinê mehrûm mane.

Komîseriyê di raporta xwe de tekez kiriye ku nabe awarebûn û penaberî bibe sedema qutbûna zarokan ji dibistanê, ji ber ku ev rewş hemû derfetên pêşerojê li ber wan digire.

UNHCR herwiga bang li civaka navdewletî dike ku derfeta perwerdeyê ji bo hemû zarokan bê dabînkirin, bêyî ku rewşa wan a yasayî an cihê lê dijîn bibe asteng.

Li aliyekî din, Komîseriya Bilind a Penaberan nîgeraniya xwe ya kûr li hember kêmbûna alîkariyên darayî nîşan da û aşkere kir ku budçeya wan bi awayekî berbiçav daketiye.

Li gorî zanyariyan, budçeya UNHCRê ji 5 mîlyar û 200 milyon dolarî bo 3 mîlyar û 900 mîlyon dolarî kêm bûye; ev kêmbûna budceyê jî bandoreke rasterast û nerênî li ser piştgirîkirina bernameyên perwerdeyê û parastina penaberan li seranserî cîhanê dike.