Werzê dirûna birinc li Amêdiyê dest pê kir: Berhem %40 zêde bûye
Amêdî (K24) – Li devera Amêdiyê werzê dirûna birinc dest pê kir. Cotkarên gundê Belavê yê ser bi devera Nihêlê ve, bi rêya nêrîta kevnar a "zibarê" (koma alîkariyê) dest bi dirûna birincê xwe yê binavûdeng ê şeşmehî kirine.
Birincê gundê Belavê ku wekî "Rîtkê şeşmehî" tê naskirin, yek ji baştirîn corên birincê herêmê ye û gelek caran ji ber kalîteya xwe ya bilind hêj li ser bêderê tê firotin. Ji ber ku cotkarên vî gundî zeviyên xwe li ber kaniya gund diçînin, berî hemû cotkarên deverê dest bi çandinê û dirînê dikin.
Cotkarê ji gundê Belavê Mehdî Ebdula derbarê zûpêgihiştina berhemê xwe de dibêje: "Em berî hemûyan birincê xwe diçînin, ji ber ku em ji kaniya gund av didin. Ne mîna yên din e ku avê ji bîran an ji rûbarê tînin; lewma em zû dest bi karê çandinê dikin û berhema me jî zûtir digihîje."
Tiştê ku ji kalîteya vî birincî balkêştir e, zindîhiştina nêrîta bav û kalên wan a bi navê "zibare" ye. Şêniyên gund û bi taybetî ciwan, bi awayekî dorveger û xwebexş her roj diçin hewara cotkarekî û bi hezkirineke mezin destê hevdû digirin.
Yek ji niştecihên gund bi navê Fayîq Xalid balê dikişîne ser vê hevkariyê û dibêje:
"Her karekî me hebe, çi dirûna birincî be, çi dirûna genim û dexlî be yan her karekî din li gund hebe, em hemû pêkve bêyî ku kesek yê din agahdar bike diçin alîkariyê. Ev kar hemû bi hezkirin û bêberamber e."
Li gorî zanyariyan, tenê îsal li sînorê qezaya Amêdiyê zêdetirî hezar donim zeviyên çandiniyê bi birinc hatine çandin. Ev rêje li gorî salên borî ji sedî 40 zêde bûye.
Pispor û cotkarên herêmê sedema vê geşebûnê vedigerînin du hokaran: yek jê arambûna rewşa ewlehî ya deverê û ya din jî barîna pêwîst a baranê di werzê îsal de ku bûye sedema zêdebûna çavkaniyên avê.