Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ligel Cevdet Yilmaz civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz re civiya û pêngavên di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hatine avêtin gotûbêj kirin.
Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar, îro 3yê Cotmeha 2026an li Enqereyê ligel Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz hevdîtinek pêk anîn. Li gorî zanyariyên çavkaniyên DEM Partiyê, hevdîtinê nêzîkî yek saetê dewam kiriye.
Hat ragihandin, di hevdîtinê de pêngavên pêvajoya nû ya aştiyê ku ji aliyê desthilatê ve wekî projeya “Tirkiyeya Bê Teror” tê binavkirin, hatine nirxandin.
Di vê çarçoveyê de, Şandeya Îmraliyê derbarê çawaniya karkirin û birêveçûna “Desteya Şopandin û Nirxandinê” û xebatên her çar jêrkomîteyên wê de zanyarî wergirtine. Her wiha encamên her du civînên ku desteyê heta niha pêk anîne hatine nirxandin.
Di dawiya hevdîtinê de, şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê, karûbarên desteyan û rêyên çareseriyê nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe gihandine Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz.