Li Riha û Bidlîsê hejmarek avahî hatin karantînkirin
Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê, li Rihayê 43 mal, li Bidlîsê jî avahiyeke mezin hatin karantînkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê, li Rihayê 43 mal, li Bidlîsê jî avahiyeke mezin hatin karantînkirin.
Parêzgariya Rihayê da xuyakirin, li navend û navçeyên Rihayê, hejmarek peketiyên nû yên Korona hatine tomarkirin û bi armanca rêgiriya belavbûna vîrusê, li navçeyên Xelîliye, Wêranşar, Pirsûs û Kaniya Xezala 43 xanî hatine karantînkirin.
Parêzgariya Bidlîsê jî da xuyakirin, bi biryara Desteya Tendirustiyê, li navenda Bidlîsê ji ber tomarkirina encamên pozîtîf yên vîrusa Koronayê biryara karantînkirina avahiyeke mezin hatiye dayîn û ketin û derketina avahiyê hatiye qedexekirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi meha Hezîranê re rêkarên tendirustiyê hatibûn sistkirin û bi vê re, hejmara pêketiyan bilind dibe.
S. B