Li Bakurê Kurdistanê 8 endamên KCDê hatin zîndankirin
Li Bakurê Kurdistanê 8 endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi tometa endamtiya rêxistina terorê hatin zîndanîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê 8 endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi tometa endamtiya rêxistina terorê hatin zîndanîkirin.
Ji 43 kesên ku beriya çend rojan hatibûn binçavkirin, 16 kes derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Sizaya Giran ya Diyarbekirê, rêveberên Komeleyên jinê, sendîkaya karker û endazyariyan jî di nav de 8 kes bi tometa endamtiya rêxistina terorê, bi sizaya zîndanîkirinê sizadan.
Heşt kes jî bi kontrola dadî hatin berdan.
Serdozgeriya Diyarbekirê, di çarçoveya lêpirsîneke sala 2018an ya derbarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, biryara binçavkirina 64 kesan dabû û li Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Stenbol û Îzmîrê bi giştî 43 kes hatibûn binçav kirin.
S. B