Di pênc rojan de 7 keştî li Tengava Hurmizê hatine armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Fars” a nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê, amarên nû derbarê êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê belav kirin û ragihand, berevajî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê kontrolkirina tengavê de, hêza deryayî ya Pasdaran rojane zêdetirî keştiyekê dike armanc.

Ajansa “Fars” îro 3yê Cotmeha 2026an belav kir, bi piştbestina bi agahiyên malpera «Mench OSINT» ku çavdêriya tevgerên deryayî dike, tenê duh Înê du keştiyên petrolhilgir li Tengava Hurmizê hatine teqandin.

Malpera navborî bi piştrestkirina li ser raporên deryayî yên Brîtanyayê diyar kiriye ku ji bilî wan her du keştiyên petrolhilgir ên roja înê, di çar rojên beriya wê de jî du keştiyên petrolê yên Kuweytê û sê keştiyên Îmaratê ji aliyê Îranê ve hatine armanckirin.

Ev agahî di demekê de ne, pêştir Berdevkê Supaya Pasdaran Husên Muhîbî hişyariyeke tund dabû û gotibû: “Her keştiyeke ku plana wê ya derbasbûna ji Tengava Hurmizê hebe, rîskeke mezin dike; yan dê rasterast ji aliyê hêza me ya deryayî ve bê armanckirin, yan jî dê li mînên deryayî bikeve.”

Tengava stratejîk a Hurmizê piştî êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên di 28ê Sibata 2026an de, ji aliyê Îranê ve bi temamî hat girtin. Di wan êrîşan de ku li Tehranê û zêdetirî 100 navendên din ên Îranê pêk hatibûn, Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û hejmarek serkirdeyên bilind ên siyasî û leşkerî yên wî welatî hatibûn kuştin.

Girtina vê tengavê derbeyeke giran li bazara enerjiya cîhanê xistiye; ji ber ku beriya van aloziyan, rojane zêdetirî 20 milyon bermîl petrola xav di vê tengavê re derbasî bazarên cîhanî dibû.