Çekdarekê Daişê hate girtin, beşdarî di revandina kiçên Êzîdî de kiribû

Çekdarekê Daişê yê beşdarî di revandina kiçên Êzîdî de li Şingalê kiribû, li Nînewa hate girtin

K24- Hewlêr

Çekdarekê Daişê yê beşdarî di revandina kiçên Êzîdî de li Şingalê kiribû, li Nînewa  hate girtin

Di daxuyanîyekê de, Şaneya Ragehandina Ewlehîyê belavkirîye,  Hêzeke ser bi operasyonên rojavaya Nînewa, helmeteka pişkinînê li gundekî di navbera qezayên Şingal û Be'ac  li rojavaya Nînewayê encamdane û  çekdarekê Daişê  girtin, ku wî  beşdarî di êrîşa ser malbatên Êzîdyan û revandina kiçên Êzîdî de kiribû li şingalê û nahye ya Qeyrewan û gundê Koçer.