Li Silêmaniyê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Îro 3 kesan bi vîrusa Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 3 kesan bi vîrusa Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

Jêderekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, ji derengê şeva bûrî û heta îro danê sibê, 3 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

Wî jêderî diyar kir, kesên canê xwe jidest dane, 2 jin û peyayekî ne û temenê wan temenê wan di navbera 40 û 70 saliyê de ne.

Li parêzgeha Silêmaniyê amarên Koronayê zêde bûne û bijîşk daxwaz ji welatiyan dikin xwe biparêzin, heger xwe neparêzin jî, dê ew bajar rûbirûyî karesatê dibe.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 203 kesan. Hejmara pêketiyan jî gihîştiye 5 hezar û 904 kesan.

 

S. B