Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ti carî destberdanê ji mafên destûrî nake

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê ligel şanda danûstandkar ligel hikûmeta federalî ya Iraqê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê ligel şanda danûstandkar ligel hikûmeta federalî ya Iraqê civiya.

Di civînê de Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubat Talebanî ronî xiste ser serdana hefteya bûrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û encamên guftûgoyên ligel hikûmeta federalî û pêşniyazên bo çareserkirina pirsgirêkên mayî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, Herêma Kurdistanê di guftûgoyan de berdewam dibe, ji bo gihîştina rêkeftinekê ku maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de parastî be.

Got jî: Herêma Kurdistanê berevanî û pêdagiriyê li mafên rewa yên di çarçoveya destûra Iraqê de dike û ti carî jî dest jê bernade.

 

S. B