Li Îranê 160 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Îranê 160 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2600 kesên din jî pê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê 160 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2600 kesên din jî pê ketin.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 613 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 160 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, hejmara pêketiyan gihîştiye 243 hezar û 51 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 11 hezar û 731 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 204 hezar û 83 nexweşên Koronayê baş bûne lê rewşa 3 hezar û 201 nexweşan jî xirap e.

 

S. B