Îran bilindtirîn amara rojane ya mirina bi Koronayê tomar dike
Îranê bilindtirîn amarên mirina bi vîrusa Koronayê di rojekê de tomar kir, ku di 24 demjimêrên bûrî de 221 kesan canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îranê bilindtirîn amarên mirina bi vîrusa Koronayê di rojekê de tomar kir, ku di 24 demjimêrên bûrî de 221 kesan canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de pêketina 2 hezar û 79 kesan bi Koronayê hatin tomarkirin û 221 kesan canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiyê amaje bi wê jî da, niha rewşa 3 hezar û 324 pêketiyan ne cîgir e.
Bi vî awayî, heta niha hejmara kesên li Îranê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye, 250 hezar û 458 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 12 hezar û 305 kesan.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir, li 9 parêzgehan bi sedema belavbûna vîrusa Koronayê rewşa tendirustî gihîştiye “rewşa sor” ew jî Ezirbeycana Rojhilat, Ormiye, Sine, Kirmanşan, Hirmixan, Boşehr, Xuresan û Îlamê ne.
S. B