Tirkiye: Rê liber kuştina pezkoviyên Dersimê tê vekirin

Wezareta Daristan û Çandinîya Tirkiyeyê, ji bo hin deverên Dêrsimê bo kuştina pezkoviyan tender vekir. Wezaret rê li ber kuştina pezkoviyan vedike ku kesên bixwazin di karin beramber pareyê îhaleyê dikarin, nêçirê pezkoviyan bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Daristan û Çandinîya Tirkiyeyê, ji bo hin deverên Dêrsimê bo kuştina pezkoviyan tender vekir. Wezaret rê li ber kuştina pezkoviyan vedike ku kesên bixwazin di karin beramber pareyê îhaleyê dikarin, nêçirê pezkoviyan bikin.

Îhaleya Wezareta Daristanan, li ser torên civakî rastî rexneyan hat. Serokwezîrê Berê û Serokê Partiya Dahatû Ehmed Davutoglu, biryara wezaretê rexne kir û got, divê kes ziyanê nede xwediyên rasteqînî yên siruştê. 

Alîcan Onlu, parlamenterên HDPê yê Dêrsimê, daxwaza betalkirina îhaleya Wezareta Daristanan kir. Onlu got, bi belgeyên cîhanî jî pesend bûye pezkovî bi tunebûnê re rûbirû ne ku xelkê navçeyê jî van ajelan wek "Dewarên Xizirî" pîroz dizane.

Dide xuyakirin, neyarên çand û bawerî û ziman û siruşta Kurdan, vê carê jî ajelên pîroz kirine armanc. ne tenê aramî û aştiya welat xistiye metirsiyê, di heman demê de, dîrok û siruşt jî tune dike ku Heskîfa 12 hezar salan xistiye bin avê û Munzur û Cûdî jî rojane dişewitîne.

Par jî, bi îhaleyeke geştyariyê, bo nêçirê ji welatên cuda hinek geştyar li Çiyayên Dêrsimê nêçîrê pezkoviyan kiribû. Li ser nerazîbûne xelkê nêçîr hatibû rawestandin.

Parlamenter didin zanîn, desthilat bi çavê pare li her tiştê dinêre û guh nade siruşt û çand û bawermendiyan. Taybet li Kurdistanê jî, bo binpêkirin û tunekirinê gavên ji dil davêje ku çanda deh hezara salan xistine bin bendavan û siruşt têk daye û welatî derbeder kirine.

Niha jî, ji bo çend quruşan, di bin navê werzişê nêçîrê, geştyariya nêçîrê de, pezkoviyên pîroz tên kuştin ku ev yek ne tenê binpêkirina mafên ajelan e, di heman demê de kuştina bawermendî û çanda Dêrsim û Kurdistanê ye.

 

 

 

C.B

 

 

Fly Erbil Advertisment