Li Îranê 194 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Îranê 194 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan û 2 hezar û 186 kesên din jî bi wê vîrusê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û  Rojhilatê Kurdistanê 194 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 186 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 184 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, hejmara pêketiyan gihîştiye 257 hezar û 303 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 12 hezar û 829 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 219 hezar û 993 nexweşên Koronayê baş bûne lê rewşa 3 hezar û 359 nexweşan jî xirap e.

 

S . B