Arta ya 13 salî dixwaze bibe şêwekareke navdar
Arta keçek Kurd a ji bajarê Qamişlo ye dixwaze pêşengehekê veke û bibe şêwekareke navdar.
K24 – Qamişlo
Arta keçek Kurd a ji bajarê Qamişlo ye, ji biçûkaniya xwe ve dest bi şêwekariyê kiriye û dixwaze pêşengehekê veke û bibe şêwekareke navdar.
Derbasbûna asoyên navdariyê xwena her kesî ye, lê ne bi hêsanî ev xwen bicih dibe, tabloyên Bîkaso li ber çavê arta dibin armancek ji siberoja wê re. Arta ya 13 salî keçek ji bajarê Qamişlo ye, ji biçûkaniya xwe ve ji şêwekariyê hez dike û niha 13 tabloyên wê hene. Xwena Arta ew e, pêşengehekê veke û di civaka xwe de bê naskirin û bibe şêwekareke navdar. Her tabloyeke wê xwedî weteyekê ye û her weteyek jî xwenek e.
Arta bi dayîka xwe gelekî bandor dibe û dema ku her tabloyekê saz dike, pêwîst e dayîka wê li gel wê be. Dayîka wê dibêje ku Arta dema temenê wê 8 salî bû dest bi şêwekariyê kir, jê re text û caw amade dike û rengan jî jê re peyda dike û li gal keça xwe dimîne ta tabloya xwe bi dawî bike.
Arta zehmetiya peydakirina alavên şêwekariyê dikşîne, ji ber ku rengên baş li bazarê peyda nabin, ji ber wilo neçar dimîne ku rengên heyî bi kar bîne. Arta gelek şêwekarên navdar li ser enternêtê dişopîne û hewl dide ku wekî tabloyên wan çêbike. gav bi gav Arta ber bi bicîkirina xwena xwe ve diçe wekî keçeke Kurd ku bibe şêwekareke navdar.