Li rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 40 hezar kes bi Koronayê ketine
Berpirs jî hişyariyê didin, heger welatî pabendî rênimayên xweparêziyê nebin, dê pêleke din a Koronayê derkeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Heta niha nêzîkî 40 hezar kes li rojhilatê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine û dora 2 hezar û 500 kesan jî canê xwe ji dest dane. Berpirs jî hişyariyê didin, heger welatî pabendî rênimayên xweparêziyê nebin, dê pêleke din a Koronayê derkeve.
Sê roj in rêjeya pêketiyên bi Koronayê li rojhilatê Kurdistanê kêm bûye, lê berpirs ji vê yekê ne gelekî dilxweş in û hişyariyê didin, heger welatî pabendî rênimayên xwepararêziyê nebin, dê pêleke metirsîdar rû bide.
Heta niha zêdetir ji 40 hezar kes li her pênc parêzgehên rojhilata Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine û li gor dawî amaran jî, zêdetir ji 2 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane. Tenê li Ormiyê jî heta niha 824 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyê Cewad Aqazade ragihand, heta niha Ormiyê di hêla sor a metirsîdar de ye û hişyariyê ji belavbûna zêdetir a vîrûsê dide.
Herwiha Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Sine Ferzîn Rizayî dibêje, kêmbûna hejmara pêketiyan di du yan sê rojan de, nayê wateya ku rewş di bin kontrolê de ye. Herwiha dibêje, her kombûnek dikare wek teqînekê be û daxwaz ji welatiyan dike, li her cihekî maskan bi kar bînin û xwe ji hev dûr bigirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê biryar daye, ji niha û pê ve her kesek maskê bi kar neyîne, siza bide û ew biryar li rojhilatê Kurdistanê jî bicih dibe.
S. B