Çopî Fetah strana xwe ya nû “Çavê Min” bi kurmancî belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda navdar a kurd Çopî Fetah nûtirîn berhema xwe ya hunerî ya bi navê “Çavê Min” ku bi zaravayê kurmancî hatiye tomarkirin, bi rêya vîdyoklîpekê belav kir.
Hunermend Çopî Fetah îro 3yê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, helbesta vê berhema nû ji aliyê Selman Sexmemî ve hatiye nivîsandin û awaza wê jî ji aliyê Hêriş Qazî ve hatiye danîn. Herwiha da zanîn ku berhemanîna vîdyoklîpê ji aliyê Aram Hesen ve hatiye kirin, Muhsîn Spêhrî derhênana wê kiriye û dîmenên bi dron jî ji aliyê Paşêw ve hatine kişandin.
Derbarê vê strana xwe ya nû de, Çopî Fetahê diyar kir: “Ev berhem ji bo min ne tenê tevgereke nû ya hunerî ye; belkî berhemek e ku ez bi kêfxweşiyeke mezin pêşkêşî hemû wan hezkiriyan dikim ku ji strana kurdî û bi taybetî ji zaravayê kurmancî hez dikin.”
Herwiha Çopî Fetah tekez kir: “Min di vê stranê de xwast ku ciwaniyên zaravayê kurmancî û taybetmendiyên wê bi rengekî sade û dilkêş bigihînim ber guhê guhdaran.” Herwiha hêvî xwast jî ku berhem karibe pêwendiyeke kûr a hestiyarî bi guhdaran re ava bike.
Çopî Fetah sala 1983yan li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Di sala 1986an de tevî malbata xwe koçî welatê Hollandayê kiriye. Di sala 1990î de dest bi xebatê bi komeke koralê re kiriye û piştre ji bo du salan li dibistaneke deng li Hollandayê perwerdeya zanistî ya muzîkê dîtiye. Çopî Fetah di sala 2000î de li Akademiya Kurdî ya li Almanyayê hat qebûlkirin û ji wê heyamê ve bi awayekî profesyonel dest bi kariyera xwe ya hunerî kiriye.