Li Iraqê 85 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 85 kesan canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 85 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 85 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 93 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye; heta niha 188 hezar û 802 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 6 hezar û 121 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha li seranserê Iraqê 48 hezar û 312 kes li nexweşxaneyan in û ji wan 582 kes jî di bin çavdêriya hûrbînî de ne.
S. B