Li Herêma Kurdistanê 22 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 443 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 22 kesan jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 443 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 22 kesan jî canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 443 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 157 kes li Hewlêrê, 120 kes li Silêmaniyê, 20 li Germiyanê, 136 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 22 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 14 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperîn û 2 kes li Helebce ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 22721 (Hewlêr: 9328, Silêmanî: 10448, Duhok: 2225, Helebce: 720)
Mirin: 825 (Hewlêr: 279, Silêmanî: 514, Duhok: 18, Helebce: 14)
Başbûn: 12999 (Hewlêr: 4692, Silêmanî: 6845, Duhok: 861, Helebce: 601)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B