Sînem Mihemed: Divê kurd di hikûmet û parlamentoya Sûriyeyê de bibin hevparên rastîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Washingtonê ragihand, piştî yekbûna hêzên leşkerî bi artêşa Sûriyeyê re, dê saziyên xizmetguzarî û îdarî yên Rêveberiya Xweser jî bikevin bin banê saziyên dewletê. Herwiha tekez kir jî, divê zimanê kurdî û mafên neteweyî di destûra nû ya welêt de bi fermî bên mîsogerkirin.
Nûnera MSDê li Washingtonê Sînem Mihemed di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de ragihand, nivîsîngeha wan li paytexta Amerîkayê vekirî ye û hevdîtinên wan bi Wezareta Derve û Kongressa Amerîkayê re berdewam in; armanc ji van hevdîtinan jî gihandina dengê hemû pêkhateyan û parastina mafên wan e di qonaxa nû ya siyasî ya Sûriyeyê de.
Derbarê çarenivîsa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de, Sînem Mihemed diyar kir ku vê rêveberiyê nêzîkî 14 salan di serdema şer de herêm bi awayekî defakto birêve biriye. Lê niha, piştî yekbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re, piraniya saziyên xizmetguzariyê—bi taybetî yên tenduristî û kargêriyê—dê di nav saziyên fermî yên dewleta Sûriyeyê de yek bibin. Mihemed herwiha destnîşan kir, xebatkarên van saziyan dê pêgeha xwe ya îdarî biparêzin.
Nûnera MSDê tekezî li ser giringiya mafên destûrî yên gelê kurd kir û got: “Kurd parçeyekî sereke ne ji paşeroja Sûriyeyê û divê di hikûmet û parlamentoyê de bibin hevparên rastîn. Ya herî girîng ji bo me ew e ku destûra nû ya Sûriyeyê bi awayekî zelal mafên kurdan û hemû pêkhateyên din mîsoger bike.”
Sînem Mihemed hişyarî da ku ew rê nadin zimanê dayikê di proseya perwerdeyê de bê piştguhxistin û: “Gelê me zêdetirî deh sal in zarokên xwe bi zimanê kurdî perwerde dike, heta di asta peymangeh û zanîngehan de jî. Ji ber vê yekê daxwaza me ya sereke ew e ku zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî di destûrê de wekî zimanekî fermî bê pejirandin û hemû mafên me yên çandî û zimanî bi temamî bên garantîkirin.”
Ev daxuyanî di demekê de tên ku li qada siyasî ya Sûriyeyê guhertinên bingehîn pêk tên û destûr û şêwazê birêvebirina welêt ber bi dariştineke nû ve diçin; desthilata nû ya li Şamê jî soz daye ku bi rêya destûrê pênasînê bi pirneteweyî û mafên çandî û neteweyî yên gelê kurd bike.