Dikan û bazarên Hewlêrê bi mercê tendirustiyê têne vekirin
Jûra Operasyonê ya Hewlêrê derbarê hatûçûna welatiyan, vekirina mizgeftan û rêkarên xweparastinê de çend biryarên nû dan
K24 – Hewlêr
Jûra Operasyonê ya Hewlêrê derbarê hatûçûna welatiyan, vekirina mizgeftan û rêkarên xweparastinê de çend biryarên nû dan.
Nebez Ebdulhemîd, Qaymeqamê Navçeya Navendî ya Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hemû dikan, bazar, mol û temamê cihên ji bo xizmeta welatiyan, vekirî ne, lê divê rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparastinê werin cîbicîkirin.”
Qaymeqamê Navçeya Navendî ya Hewlêrê herwiha eşkere kir: “Hatûçûna navbera parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din ên Kurdistan û Iraqê ji bo haletên pêwîst dê vekirî bin, lê belê rê ji bo hatina grûpên geştyariyê nayê dayîn.”
Roja 3yê Tebaxa 2020an, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû ku ji bo rûbirûbûna vîrûsa koronayê, hatûçûna di navbera parêzgeh û bajaran de hatine rawestandin.
Î.A