Sadik Başaran bi duçerxê di 59 rojan de li 29 bajaran geriya ye

Ciwanê Diyarbekirî Sadik Başaran bi duçerxê 5 hezar kêlometre çû û 59 rojan de li 29 bajaran geriya.

K24 – Diyarbekir

Ciwanekî Diyarbekirî yê bi navê Sadik Başaran bi duçerxê 5 hezar kêlometre çû û 59 rojan de li 29 bajaran geriya. Ciwanê jêhatî niha vegeriyaye Diyarbekirê û amadekariyan dike ku bi duçerxê derkeve geşta 4 parçeyên Kurdistanê.

Sadik Başaran, 28 salî ye. Di serdema Vîrusa Koronayê de mayîna mal de ewqasî bêhna wî teng kiriye ku ji nişka ve biryar daye û çuye ji xwe re duçerxek kiriye û derketiye geştê. Ciwanê Diyarbekirî bi duçerxê 5 hezar kêlometre rê çûye û di 59 rojan de li 29 bajaran geriyaye. Sadik Başaran amaje dike ku wî jî di destpêkê de bawer nedikir ku bikare ewqas rê bi duçerxê biçe û heta hevalên wî jê re gotine hîn negihîştî Ruhayê dê vegere, lê piştî daye rê ajotina duçerxê lê xweş hatiye û biryar daye ku rêya xwe dirêjtir bike.

Sadik Başaran ji K24ê re got: “Pêşiyê armanca min ew bû ku heta Bursayê herim. Min ti cara ewqasî ser hev zêde duçerx neajotibu. Ji ber wê bom in gelek zehmet bû. Paşê min got her ez hatime heta vê derê Ezê herim heta Stenbolê jî. Paşê jî dîsa bi duçerxê vegeriyam Diyarbekirê.”

Sadik Başaran niha niha li Diyarbekirê ye û pirraniya wextê xwe bi ajotina duçerxê derbas dike û dibêje ajotina duçerxê ji otombêlê xweştir e. Armancek nu daye pêşiya xwe û niha amadekariyan dike. Armanca wî ya dorê de jî ew e ku bi duçerxê derbikeve geştiyariyek nû ya 4 parçeyên Kurdistanê.

Sadik Başaran dibêje: “Armanca min a di dorê de ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê bigerim. Dixwazim Zaxo, Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kobanî û Rojhilatê Kuristanê bibînim. Kurdên wê derê binasim. Ajotina duçerxê ji erebeyê xweştir e. Erebê de wekî ku mirov tv temaşe bike. Lê ser duçerxê her tişt xuyaye.”

Ciwanê Diyarbekirî beriya pêvajoya Vîrusa Koronayê xwedî kar bû di xwaringehan de aşpêjî dikir, lê niha wekî gelek kesan div ê pêvajoyê de bêkar maye. Ji ber wê yeke jî dixwaze karek peyda bike û derfetên xwe jî pêk bîne da ku di salên pêşerojê de bikaribe derbikeve geşta cîhanî jî.