Amedsporê serokê xwe yê nû hilbijart
Di kongreyê de bang li karsazên Diyarbekir hat kirin ku xwedî li Amedsporê derbikevin.
K24 – Diyarbekir
Tîma navdar a Bakurê Kurdistanê Amedspor bi 4. Kongreya Derasayî serokê xwe yê destnîşankir. Bo kongreyê 1 kes bû namzet û hat hilbijartin. Di serdema nû de dê Wecheddîn Alsaç seroktiya tîma Amedsporê bike. Di kongreyê de bang li karsazên Diyarbekir hat kirin ku xwedî li Amedsporê derbikevin.
Piştî ku ji ber Vîrusa Koronayê 2 caran hat paşxistin Amedsporê 4 Kongreya Derasayî li dar xist. Di kongreyê serokê nû yê tîma navdar a Bakurê Kurdistanê hat destnîşankirin. Kongre di çarçoveya bergiriyên vîrusa koronayê de li hewşa avahiya Amedsporê hat li darxistin. Amedspor ji ber ku sezonek ji serkeftinê dur û di nav pirsgirêkên aboriyê de derbas kir biryara kongreya derasayî da. Cîgirê Serokê Amedsporê yê Berê Cemal Dogrûl amaje kir ku di serdema wan de Amedspor rastî pisrgirêkên dijwar hat û ew hêvî dikin rêveberiya nû serkeftî be.
Cîgirê Serokê Berê Yê Amedsporê Cemal Dogrûl ji K24ê re got: “Ji bo me pêvajoyek gelek zehmet bû. Di serdema pandemiyê de em hatin wê rewşê ku nekarin tiştek bikin. Ji ber wê yeke jî me biryara kongreya derasayî da. Em hêviya serkeftineke mezin bo rêveberiya nû dikin.”
Nunerê saziyên sivîl ên Diyarbekirê jî tevlî kongreyê bûn û Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê Ya Diyarbekir Mehmet Kaya anî zimên ku divê her karsazek Diyarbekirê wek tîma xwe xwedî li Amedsporê derbikeve û piştgirîyê bide. Serokê nû Yê Amedsporê Wecheddîn Alsaç jî hêvî kir ku êdî ew rastî helwestên nijadperest neyên û daxwaza piştgiriyê ji heskiriyên Amedsporê yên li Başurê Kurdistanê jî kir.
Serokê nû yê Amedsporê Wecheddîn Alsaç ji K24ê re got: “Em hemû karsaz in. Em hev nas dikin. Em pirsgirêkên sereke yên Amedsporê jî baş dinasin. Çi ji deste me were emê bikin. Em her çiqas ji hev durbin jî dile me li cem hev e. Em ji gelê Başurê Kurdistanê jî dzxwaza piştgiriyê dikin inşallah.”
Amedspor di lîga 2. a Tirkiyeyê de di grupa sipî de dileyîze û di serdema borî de lîg bi 28 puanan di rêza 16. de xilas kir. Amedspor gelek caran ji ber nsnameya xwe ya Kurdî di yariyên rojavayê Tirkiyeyê de rastî helwestên nijadperest tê û qedexeye ku alîgirên Amedsporê di yariyên derveyî bajêr de bikevin yarîgehê.