Arî Ehmed: Razemendî li ser pênc projeyan hatiye dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca çareserkirina yekcarî ya kêşeya kêmaviyê, razîbûna xwe li ser cîbicîkirina pênc projeyên nû û stratejîk ên avê li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed îro 3ê Cotmehê ji Kurdistan24ê re ragihand, ev pêngava nû ya hikûmetê dê gihandina ava paqij ji bo welatiyên li navçeyên Soran, Xebat, Kelar û Koyeyê misoger bike.

Hevdem, projeyeke din a taybet bi berfirehkirina tora ava Qendîl, Pîrmam û Şeqlaweyê hatiye pesendkirin ku dê aramiya dabînkirina avê ji bo demeke dirêj li wan deveran pêk bîne. Arî Ehmed herwiha da zanîn: “Eger ti arîşeyên darayî dernekevin, dê di demeke gelekî nêz de ev proje hemû bikevin warê cîbicîkirinê.”

Tevî astengiyên darayî, Kabîneya Nehem rê neda ku planên pêşxistina binesaziyê rawestin. Hemû nexşe, pilan û lêkolînên endezyariyê yên van projeyan ji sedî 100 hatine temamkirin, da ku bi terxankirina budçeya pêwîst re, yekser dest bi kar were kirin û ava vexwarinê ya paqij bigihêje malên welatiyan.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya stratejiya xurtkirina ewlehiya avê û rûbirûbûna ziwatiyê de, heta niha çendîn projeyên girîng ên avê bi buhayê 1 trîlyon û 195 mîlyar û 800 mîlyon dînar pêk anîne.

Ev projeyên han rojane zêdetirî 852 hezar metre sêcar ava paqij ji bo welatiyan dabîn dikin, ku vê yekê qeyrana kêmbûna avê li çendîn bajar û bajarokan ji bo dehan salên bê bi awayekî bingehîn çareser kiriye.