Amedspor di lûtkeya Super Lig de ye: Serkeftin û amarên balkêş
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Amedsporê di qonaxa niha ya Xula Nayab a Tirkiyeyê (Super Lig) de derketiye lûtkeyê û bûye serkêşa lîgê. Tevî ku li gorî yaneyên mezin ên Tirkiyeyê budçeyeke gelekî kêm xerc kiriye jî, encamên dawî yên Amedsporê deng vedane.
Rêzbendiya Lîgê: Amedspor li serê lîsteyê ye
Li gorî encamên piştî çendîn hefteyên lîgê, Amedspor bi 13 xalan di rêza yekem de cih digire. Rêzbendiya pênc tîmên pêşeng wiha ye:
1- Amedspor: 13 xal
2- Galatasaray: 13 xal
3- Beşiktaş: 12 xal
4- Kocaelispor: 12 xal
5- Alanyaspor: 11 xal
Serkeftinên mezin li hember yaneyên navdar
Amedsporê di lîstikên xwe yên li hember tîmên xurt ên lîgê de encamên berbiçav tomar kirine:
- Li hember Trabzonsporê bi encama 2 - 1 bi ser ket.
- Li hember Başakşehirê serkeftineke mezin a bê bersiv bi encama 5 - 0 bidest xist.
- Li dijî tîma Beşiktaşê jî bi serkeftina 3 - 2 ji qadê derket.
Xerciyên Mîrkato: Budçeya kêm, serkeftina mezin
Di bazara veguhastina lîstikvanan de, Amedsporê li gorî rikberên xwe yên mezin xerciyeke gelekî kêm kiriye, lê encameke herî bilind bidest xistiye:
- Fenerbahçe: 99 milyon euro
- Beşiktaş: 79 milyon euro
- Galatasaray: 78 milyon euro
- Trabzonspor: 65 milyon euro
- Çorum FK: 24 milyon euro
- Amedspor: Tenê 9 milyon euro
Hejmara şopîneran li ser medyaya civakî teqiya
Bi serkeftinên dawî û pêşengiya li lîgê re, peywendiyeke mezin a alîgiran li ser medyaya civakî ji bo Amedsporê çêbû. Rûpela fermî ya Instagramê ya Amedsporê gihişte 2.2 milyon şopîneran û di nava 5 tîmên xwedî herî zêde şopîner li Tirkiyeyê de cih girt.
Lîsteya golkaran: Loriyan di serê lîsteyê de ye
Di pêşbaziya gokêşên herî serkeftî yên lîgê de jî navê lîstikvanê Amedsporê di serê lîsteyê de derdikeve pêş:
- Kîfet Loriyan (Amedspor): 7 gol
- Mihemed Salah (Trabzonspor): 7 gol
- Vedat Mûrîqî: 6 gol
- Victor Osimhen (Galatasaray): 6 gol
- Dusan Vlahovic (Beşiktaş): 5 gol