Jinek 50 sal in tiriyên Şeqlawe dike şerab
Jineke 70 salî zêdetirî nêvî temenê xwe bi çêkirina şeraba xwemalî derbas kiriye
K24 – Hewlêr
Jineke 70 salî zêdetirî nêvî temenê xwe bi çêkirina şeraba xwemalî derbas kiriye. Fexriye Îliya 50 sal e li Şeqlawe şerabê çêdike û dibêje; ji bilî tirî, ji çend cûreyên din ên fêkiyan jî şerab çêkirine.
Fexriye Îliya li Şeqlawe niştecih e û yek ji berhemhênerên şeraba xwemalî ya Herêma Kurdistanê ye. Ew di vê demsalê de diçe nav rezan, da ku bizane kîjan tirî ji bo şerabê guncaw e. Ji bo çêkirina şerabê, pêwîstiya Fexriye bi tiriyên taybet heye, ew dibêje: “Ez dizanim kîjan dema wî hatiye û çawa bikim.”
Tîma Kurdistan24ê ligel Fexriye Îliya diçe nav rezan û ew jî behsa wesfên tiriyên ku ji bo şerabê baş in, dike: “Tiriyê sor nabe, rengê şerabê xera dike, divê tiriyê reş be.”
Tevî ku temenê wê 70 salî ye, hêz û enerjiya wê heye û ji destpêka çêkirina şerabê heta dawiyê, ew bi xwe li ser karê xwe ye. Bêyî ku amûrên nûjen bi kar bîne, bi lingên xwe tiriyan diguvêşe.
Fexriye Îliya dibêje: “Ji bo her lîtreyek şerab, divê 3–4 kîlo tirî hebe.” Piştî temambûna karên wê, ava tiriyê xwe datîne cihekî taybet. Ji bilî şeraba tirî, çend cûre şerabên din jî çêdike û her yek ji wan çendîn sal temenên wan hene.