Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê pirtûkeke nû ya zimanê Kurdî bo pola 5ê belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya bernameya "Modela Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê" de, Wezareta Perwerdeyê ya wî welatî nûtirîn pirtûka xwendinê ya waneya bijarde ya zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) bo pola 5ê ya bingehîn bi rêya Tora Zaniyaran a Perwerdeyê pêşkêşî şagird û mamosteyan kir.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê îro În, 30î Cotmeha 2026ê, di çarçoveya bicihanîna bernameya nû ya naskirî bi "Modela Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê", pirtûka nû ya waneya bijarde ya zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) bo pola 5ê ya bingehîn bi rêya Tora Zaniyaran a Perwerdeyê (EBA) ji bo şagird û mamosteyan bedrest kir.
Ew pirtûk di bin navnîşanê "Pirtûka Pola 5an ya Kurdî-Kurmancî" de li malpera fermî ya “eba.gov.tr”ê hat belavkirin û ji aliyê desteyeke pispor ji nivîskaran ve li gorî pîverên nû yên perwerdeyê hatiye amadekirin.
Wezareta navbirî amaje bi wê yekê jî kiriye ku li kêleka pirtûka sereke ya wê waneyê, pirtûka rahênanê bo şagirdan û rêberê taybet ê mamosteyan jî bo her qonaxekê cuda hatine amadekirin.
Pareka mezin a tekist, çalaki û rahênanên nava wê pirtûkê bi deng hatiye tomarkirin, bi merema pêşxistina awayê fêrbûna karlêkker; şagird dikarin bi rêya xwendina koda QR a li ser rûpelan rasterast bi rêya platforma EBAyê guhdariya xwendina tekistên waneyan bikin. Herwisa ew pirtûk çar stiranên Kurdî ligel noteyên mûzîka wan dihewîne, ku bi eynî sîstema barkodê guhdariya wan tê kirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ron jî kir ku pirtûka pola 5ê ya bingehîn westgeha yekê ya zincîra nû ye, biryar e di qonaxên bê de jî pirtûka waneya Kurdî bo polên 6, 7 û 8ê yên bingehîn bi rêzbendî bêne belavkirin, deku hemî keresteyên perwerdeyê bo waneya Kurdî di asta qonaxa navîn de bi temamî bêne dabînkirin.
Berçavkirina vê bernameya nû di demekê de ye ku ji sala 2012ê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê waneya zimanê Kurdî (bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî) wekî waneyeke bijarde bo şagirdên qonaxa navîn (polên 5ê heta 6ê) hatiye pejirandin.
Tevî rexneyên berdewam ên çalakvanan li ser kêmiya mîlak û danemezrandina mamosteyên zimanê Kurdî li dibistanên fermî, lê bo sala nû ya xwendinê daxwaza şagird û malbatan bo xwendina zimanê dayikê bi awayekî berçav zêde bûye, bi awayekî ku nêzîkî 80 hezar şagirdan li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê waneya bijarde ya Kurdî bo xwendinê hilbijartiye.