Saman Berzincî: Ji bo gihandina rastiyan bo raya giştî, Kurdistan24 sekoyeke bihêz e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta 11emîn salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê weşand û hêvî xwast ku ev kanal her wekî her tim bibe menber û sekoya hişyariya tenduristiyê ji bo afirandina civakeke saxlem.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro 31ê Cotmeha 2026an bi helkefta 11 saliya damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberî, karmend û tevahiya xebatkarên vê dezgehê kir.
Saman Berzincî di peyama xwe de ragihand: "Bi helkefta 11emîn salvegera destpêkirina weşana medyayî ya Kurdistan24ê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveber, karmend û tevahiya tîma we dikin. Em hêvîdar in bi heman ruhê germ berdewam bin, bibin neynika rastîn a civaka me, bi awayekî pîşeyî romalkirina rûdanên navxweyî û derve bikin û wek her car bibin menbera hişyarî û çanda saxlemiyê ji bo pêkanîna civakeke tendurist."
Wezîrê Tenduristiyê herwiha bal kişand ser cih û pêgeha kanalê di nava civakê de û got: "Cihê xwe ye em bibêjin ku di vê heyamê de Kurdistan24ê karî şopa tiliyên xwe di nava meydana medyaya kurdî de bihêle û bibe rawestgeheke medyayî ya bibandor ji bo gihandina heqîqet û rastiyan ji xelkê re."