Çar navendên hevbeş li deverên Kurdistanî têne vekirin

Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser vekirina 4 navendên ewlehiyê yên hevbeş li hev kirin, yek ji wan li sînorê parêzgeha Kerkûkê ye.

K24 – Hewlêr

Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser vekirina 4 navendên ewlehiyê yên hevbeş li hev kirin, yek ji wan li sînorê parêzgeha Kerkûkê ye.

Hewldanên ji bo rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê ber bi arasteyeke baş diçin, da ku kêşeyên sereke yên navbera her du aliyan, li ser bingeha destûrê çareser bikin. Yek ji wan hewldanan asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî jî Kerkûk, lê hinek aliyên Ereb û Tirkmen li dijî vê rêkeftinê ne.

Îrfan Kerkûklî, Serokê Partiya Gelê Tirkmenî sedema dijayetiya wan aliyên siyasî eşkere kir û got: “Em piştgiriya vegera hêzên Pêşmerge bo wan deveran dikin. Çimkî niha rewşa wan deveran nearam e.” Kerkûklî got: “Ew kesên li vir û li wir bi navê Tirkmenan daxuyanî didin û dijayetiya xwe ji bo vê pêngavê nîşan didin, armanca wan tenê berjewendiyên xwe yên taybet e, eger na cemawerê Tirkmen li hemû deveran bi şanazî pêşwaziya vegera Pêşmerge dike.”

Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser wê yekê li hev kirin ku 4 navendên hevbeş vekin û yek ji wan navendan li parêzgeha Kerkûkê be.

Mihyedîn Hesen, Endamê Lijneya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê got: “Hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bi zirara wan aliyên siyasî ye, çimkî berjewendiyên wan di wê yekê de ye ku rewş bi vê şêweya niha bimîne.”

Rêkeftina ewlehiyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê piştî çendîn gotûbêj û civînên navbera Wezareta Bergirî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge pêk hat, bi armanca asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û tijekirina valahiya ewlehiyê ya wan deveran, ku liv û tevgerên DAIŞê li wan herêman didome.

Î.A