CEOyê TikTokê dest ji kar kişand

Ji ber zexta Serokê Amerîkayê, Rêveberê Cîbicîkar ê TikTokê dest ji kar kişand

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber zexta Serokê Amerîkayê, Rêveberê Cîbicîkar ê TikTokê dest ji kar kişand.

Gefên Donald Trump, Serokê Amerîkayê, yên li ser qedexekirina TikTokê li Amerîkayê, wisa kir ku Kevin Mayer, Rêveberê Cîbîcîkar ê TikTokê nameyekê ji îdareya kompaniyê re bişîne û îstîfaya xwe ragihîne.

Donald Trump ji bo rûbirûbûna hejmûna Çînê, biryar daye ku TikTokê li Amerîkayê qedexe bike, an jî mercê firotina TikTokê bo kompaniyeke din daniye.

Microsoft amadebûna xwe ji bo kirîna TikTokê nîşan daye.