Gundê Koco.. 517 gor li benda termên qurbaniyan e
Roja 15ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê komkujiyek li gundê Koco kir, jin û keçên Êzidî revandin û mêr û kur jî kuştin û di 14 gorên bikomî de veşartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundê Koço yê ser bi Şingalê ve, zêdetir ji 6 mehan e goristaneke taybet ji bo binaxkirina termên qurbaniyên destê DAIŞê hatiye amadekirin, lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, termên qurbaniyan li Bexdayê mane û nehatine şandin.
Muxtarê gundê Koco Nayif Caso ji K24ê re got: Me goristanek ji şehîdên xwe re amade kiriye. Ev bûne şehîdên niştiman û bi taybet jî şehîdên ola me. Bêgûman xelk dixwaze miriyên bînin û veşêrin û sardana wan bikin.
Ilyas Salih kesûkarê qurbaniyekî gundê Koco ye dibêje: Me 517 gor amade kirine. Hestiyên termên qurbaniyan li Bijîşkê Dadî yê Bexdayê ne. Xwaziya civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê termên qurbaniyan vegerînin.
Roja 15ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê komkujiyek li gundê Koco kir, jin û keçên Êzidî revandin û mêr û kur jî kuştin û di 14 gorên bikomî de veşartin.
Piştî rizgarkirina deverê ji destê DAIŞê, ew gor bi awayekî fermi hatin vekirin û termên qurbaniyan bo Bexdayê hatin şandin. Heta niha zêdetir ji 100 termî hatiye naskirin û malbatên wan li benda asayîbûna rewşê û nemana Koronayê ne, ji bo bi merasîmekê termên kesûkarên xwe veşêrin.