Rojavayê Kurdistanê.. Nirxê dermanan ji xelkê re bûye barekî giran
Welatî dibêjin, ew bi mûçeyên xwe nema dikarin dermanan ji nexweşên xwe re bikirin.
K24 – Qamişlo
Welatiyên rojavayê Kurdistanê gazinan ji nirxê dermanan dikin û dibêjin, ew bi mûçeyên xwe nema dikarin dermanan ji nexweşên xwe re bikirin. Ji aliyê xwe ve, dermansaz dibêjin, derman ji jêdera jê tê buha bûye.
Barê welatiyan giran bûye û her demekê di krîzeke nû re derbas dibin. Buhabûna nirxê derman, kirîza nû ye û welatiyên rojavayê Kurdistanê pê mijûl bȗne. Fermanber û karker êdî bi mûçeyên xwe nema dikarin dermanan bikirin.
Laleş Zerdo, nexweşekî ji bajarê Qamişlo ye, mehane pêwîstiya wî bi 4 cureyên dermanam heye. Laleş dibêje, li vî welatî divê ku mirov 24 demijmêran kar bike, ta ku bikaribe derman û keresteyên pêwîst bidest bixe.
Piraniya dermanê rojavayê Kurdistanê ji hundirê Sûriyê ye, loma ta radeyekê bi nirxekî baş dighîşt destê welatiyan, lê ji heyama çend mehan ve buhaya wî bi awayekî berçav zêde bûye. Hin dermansaz dibêjin, nirxê dermanan ji jêder ve buha bûye ew jî piştî daketina nirxê Lîreya Sûrî li beramberî Dolarê Amerikî.
Li rojavayê Kurdistanê rewşa aborî xiraptir dibe û bidestxistina pêdiviyên rojane ji bo gelek welatiyan bûye barekî giran. Fermanber û karker ji gelek cureyên mêwe û şînkayî bêpar mane û bi mehan jî goşt derbasî malên wan nabe. Welatî dibêjin, heger rewş wiha bimîne, ti kes di welat de namîne.