Kamîl Jîr li Silêmaniyê hat xelatkirin

Bi boneya 50 sal xizmeta ramana Kurdîtiyê hat xelatkirin.

K24 - Silêmanî

Mamoste Kamîl Jîr, edîb, nivîskar û siyasetmedar, bi boneya 50 sal xizmeta ramana Kurdîtiyê, li Silêmaniyê hat xelatkirin.

Rêxistina Kurdistan Diyalog îro sêşemê 1ê Îlona 2020an, xelata rêzgirtinê da mamoste Kamîl Jîr.

Serbest Menmî, Serokê Rêxistina Kurdistan Diyalogê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Mamoste Kamîl yek ji wan camêran e ku zêdetirî 50 sal in xizmeta Kurd û Kurdistanê dike, bi taybetî di pêşvebirina ramana netewî û nasnyonalîzma Kurdî de.”

Mamoste Kamîl Jîr ji ber xelata rêzgirtê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Bi rastî ez ne li bendê bûm rêxistinek serdana min bike, ev cihê şanaziyê ye û ez kêfxweş im.”

Îro salek di ser damezrandina Rêxistina Kurdistan Diyalogê re derbas bû, ku rêxistineke neteweyî û nîştimanî ye. Hejmarek xort li paytexta rewşenbîriyê li Silêmaniyê ev rêxistin damezrand û di nav salekê de çendîn çalakiyên çand û hunerê encam dan.

Î.A