Amarên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 19 pêketin û 2 mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser canjidestdana 2 kesan û pêketina 19 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser canjidestdana 2 kesan û pêketina 19 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxutaniyekê de diyar kir; kalemêrekî 70 salî û pîrejineke 70 li Dêrikê bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, li rojavayê Kurdistanê 19 haletên din ên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin: 7 halet li Qamişlo, 6 halet li Hesekê, 5 halet li Dêrikê û haletek li Amûdê.

Hevserokê Desteya Tenduristiya diyar kir jî, di nav 24 demjimêran de 9 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 575 kesan, ji wan 110 kesan baş bûne û 37 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

S. B