Çavdêr: Ofîsa "Parastina zarokan di dema şer de" ti guhertinê çê nake

Rêveberiya Xweser ofîsekê bi navê "parastina zarokan di dema şer de" ava dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser ofîsekê bi navê "parastina zarokan di dema şer de" ava dike. Karê ofîsê pêşwazkirina gazinan a derbarê binpêkirinên di derheqê zarokan de ye. Derbarê vê gavê de, hin rêxistinên mafê mirovan dibêjin ku ev ofîs ti guhertinê çê nake.

Ji bo rawestandina biçekkirina zarokan, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) ofîsa "parastina zarokan di dema şer de" ava dikin. Karê ofîsa navbûrî, pêşwazkirina gilî û gazinan derbarê biçekkirin ȗ tevlîkirina zarokan di nav refên HSDê û hêzên ewlehiyê de ye. Herwiha nasnameya kesê ku gilî bike dê neyê eşkerekirin, ta ku ew kes parastî bimîne. Li gorî Rêveberiya Xweser armanca wan ji damezrandina vê ofîsê, rawestandina binpêkirina di derheqê zarokan de ye.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmed derbarê wê ofîsê de ji K24ê re got: “Ew ofîs di heyama mehekê de vedibe û navnîşan û email û telefonên wê dê ji raya giştî û hemû welatiyan re werin belavkirin. Heger kesin ji HSDê karên wiha bikin û di lêpirsînê de bê çespandin ku karên wiha kirine, dê li gor peyrewa navxweyî ya HSDê bê sizadan.

Biryara Rêveberiyê di demekê de tê, gelek gilî û gazin ji aliyê xelkê rojavayê Kurdistanê û rêxistinên mirovî têne kirin ku sazî û hêzên serbazî zarokan tevlî refên xwe dikin û ji bo çalakiyên çekdarî bi kar tînin.

Rêveberiya Komîteya Kurdî ya Mafê Mirovan "Rasid" derbarê avakirina ofîsa "parastina zarokan di dema şer de" de dide zanîn ku gaveke baş e, lê nikare ti guhertinê çê bike. Herwiha eşkere dike heger Rêveberiya Xweser dixwaza biçekkirina zarokan rawestîne, divê zagonan bisepîne û gunehkaran siza bike.

Roja 19 Tîrmeha sala 2019an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser prtokolekê derbarê bidawîkirina tevlîkirina zarokan di bin temenê 18 saliyê de di nav refên hêz û tevgerên serbazî de bi Netewên Yekgirtî re îmze kir, lê tevî wê jî gazinên malbatan derbarê biçekkirina zarokan de li rojavayê Kurdistanê bidawî nebûye.