Li Ormiyê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Ormiyê ya rojhilatê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Ormiyê ya rojhilatê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Navenda Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê li parêzgeha Ormiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 398 kes bi Koronayê ketin û 5 pêketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dan.

Wê nevendê diyar kir, rewşa tendirustî ya 31 pêketiyan ne cîgir e û di bin çavdêriya bijîşkî ya hûrbînî de ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li parêzgeha Ormiyê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 891 kesan.

Li gor dawî amarên zanîngehên bijîkî yên 5 parêzgehên rojhilatê Kurdistanê, heta niha nêzîkî 2 hezar û 700 kesan li rojhilatê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

 

S. B