Amerîka 20 hezar leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Cengê ya Amerîkayê pêngavên xwe ji bo belavkirina hêzan li Rojhilata Navîn bileztir kirine û plana wê heye ku 20 hezar leşkerên dî, 150 balafirên cengî, sê keştiyên balafirhilgir û çend keştiyên wêranker bişîne deverê. Herwesa di pêngaveka cihêreng de, artêşa Amerîkayê du sîstemên berevaniyê yên mûşekî yên Patriotê li Siûdiyê û Qeterê bi cih kirine, ji bo parastina saziyên stratejî yên energiyê beriya destpêkirina her operasyoneka leşkerî.
Çend berpirsên Amerîkayî ji rojnameya "Washington Post"ê re ragihandiye ku merem ji zêdekirina bi hezarana leşkerên hêza deryayî di çend heftiyên borî û yên bê de, berfirehkirina bijardeyan û bilindkirina karîna biryardanê ya serok û fermandarên leşkerî ye.
Li gorî zanyarên rojnameya "Wall Street Journal"ê jî, ew sê balafirhilgir "George Washington" li Deryaya Erebî, "George H.W. Bush" li Okyanûsa Hindî û "Theodore Roosevelt" in, ku ji San Diegoyê ber bi deverê ve bi rê ketine û tê pêşbînîkirin ku di nîva meha Mijdarê de bigehe Rojhilata Navîn.
Berpirsên Amerîkayê eşkere kir ku bi vê pêngava nû, hejmara leşkerên Amerîkayî li deverê ji 50 hezar bo nêzîkî 70 hezar leşkeran bilind dibe.
Ji aliyekî dî ve jî, artêşa Amerîkayê şandina du sîstemên mûşekî yên Patriotê ji bo deverê piştrast kiriye; sîstemek ji bo parastina saziyeka serekî ya petrolê li Siûdiyê û sîstemê dî jî ji bo parastina saziyeka gaza xwezayî li Qeterê hatine binecihkirin.
Li gorî raporteka malpera "Axios"ê, binecihkirina van sîstemên berevaniyê bi merema piştrastîdana bi hevpeymanên herêmî bûye beriya îhtîmala biryardana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî Îranê.
Wan berpirsan amaje jî daye ku daxwaza wan welatan yek ji sedemên serekî yên biryara Trump bûye ku heta niha serî li êrîşa leşkerî nede û li şûna wê kampayna zexta aborî bi kar bîne. Ev pêşveçûn di demekê de ne ku amadekariyên rûbirûbûnê li Rojhilata Navîn berdewam in.