Operasyona girtina berpirsên şaredariyên Tirkiyeyê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya lêkolîneka Doza Giştî ya Enqereyê de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê operasyonek bo ser Şaredariya "Eyûp Sultan"ê li Stenbolê kir û Serokê Şaredariyê Mithat Bulent Ozmen û 27 kesên dî desteser kirin.
Şaredariya Eyûp Sultanê ya girêdayî Partiya Gel a Komarî (CHP), ku partiya serekî ya opozisyona Tirkiyeyê ye û di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024ê de karîbû vê şaredariyê werbigire.
Li gorî zanyaran, tohmeta çêkirina "rêxistina tawankariyê", "bertîlwergirtin û bertîldan" û "gendelî di tenderan de" arasteyî Serokê Şaredariyê û desteserkiriyên dî hatiye kirin. Hevdem ligel girtina wan, hêzên ewlehiyê pişknîn bo avahiya serekî ya şaredariyê jî kiriye.
Ev girtin di demanekê de ye ku duhî jî operasyoneka bi vî rengî li ser Şaredariya Mezin a Mêrsînê û şaredariyên YENÎ ŞEHÎR û Mezetliyê (ku ew jî girêdayî CHPê ne) hatibû kirin û serokên wan şaredariyan jî hatibûn girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer, Şaredarê Bajarê Yenîşehirê Abdullah Özyigit û Şaredarê Bajarê Mezitliyê Ahmet Serkan Tuncer hatin binçavkirin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê jî lêgerîn tê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya li ser îdiayên gendeliyê de, ji bo 59 kesan, ku di nav wan de Vahap Seçer, Abdullah Özyigit û Ahmet Serkan Tuncer hene, fermana girtinê hat dayîn.
Tîmên polîsan di saetên sibehê de li malên kesên ku fermana girtinê ji bo wan hatibû dayîn lêgerîn kirin. Seçer, Özyigit û Tuncer, ku malên wan hatibûn pişkinandin, hatin binçavkirin.