Wezîrê Tendirustiyê: Ji bo rûbirûbûna koronayê 38 milyon dolar hat xerckirin
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand; piştî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) hikûmetê hemû pêwîstiyên rûbirûbûna vîrûsê dabîn kirine.
K24 – Duhok
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand; piştî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) hikûmetê hemû pêwîstiyên rûbirûbûna vîrûsê dabîn kirine.
Saman Berzincî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê di merasîma danîna kevirê bingeha nexweşxaneyekê de axivî ku li komelgeha Hêtutî ya ser bi navçeya Amêdî ya li sînorê parêzgeha Duhokê tê avakirin û merasîm îro duşemê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku tevî qeyranan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo welatiyan û pêkanîna projeyên stratejîk didomînin.
Herwiha di merasîmê de Saman Berzincî, Wezîrê Tendirustiyê diyar kir ku heta niha nêzîkî 38 milyon dolar ji bo rûbirûbûna Covid-19ê û dabînkirina xizmetguzariyan hatiye xerckirin.